Nêçîrvan Barzanî ji malbatên sehîdên Kulecoyê re sersaxî xwest
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sersaxî da malbatên wan pêşmergeyên ku şeva borî di şerê DAIŞê de şehîd bûn.
Şeva borî li devera Kuleco ya bajarê Kifrî yê Başûrê Kurdistanê, di êrişa terorîstên DAIŞê de du pêşmerge şehîd bibûn. Li ser vê yekê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke sersaxiyê weşand
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe gotiye: Ez sersaxiyê didim malbat û mirovên her du pêşmergeyên şehîd, Surkêw Reşîd û Îsmaîl Faris, ku şeva borî li devera Kuleco ya Germiyanê di şerê terorîstên DAIŞê de şehîd bûn.
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha ragihandiye: Ez hevxemê wan in. Xwedayê mezin ruhê şehîdan şa bike û sebr û hedarê bide malbat û mirovên wan.
Duh li herêma Germiyanê li bajarokê Kulecoyê çekdarên DAIŞê êrîşek biribûn ser hêzên pêşmerge û di encamê de ji 2 pêşmerge şehîd ketibûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin