Serok Barzanî sersaxî da malbatên sehîdên Qereçûxê

23 October 2023 18:14 0 dîtin
Serok Barzanî sersaxî da malbatên sehîdên Qereçûxê

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, ji ber şehîdbûna du pêşmergeyan li çiyayê Qereçûxê, bi rêya telefonê pêwendî bi malbata şehîdan re kir û sersaxî xwest.

Serok Mesûd Barzanî, îro 23yê Cotmehê bi pêwendiyeke telefonî sersaxî da malbatên herdu şehîdên çiyayê Qereçûxê, Eqîd Qehar Cewher Qehar û Hawrê Cewher Rehman û hevxwemiya xwe ji bo wan diyar kir.

Serokatiya Erkana Wezareta Pêşmerge jî li ser aloziyên doh 22yê Cotmehê li sînorê Mexmûrê dabû xuyakirin, ew pabendbûna xwe li ser karkirina bi Hikûmeta Federal re ji bo çareserkirineke bingehîn destnîşan dikin.

Hêjayî gotinê ye, hoh êvarê ji ber hevfêmkirine şaş, ji bo dema çend deqîqeyan şer di navbera hêza pêşmergeyan û artêşa Iraqê de li Qereçûx qewimî û 2 ji wan pêşmerge 3 kesan can dabû û piştre rewş hatibû kontrolkirin.