Serok Barzanî sersaxî li malbatên qurbaniyên sewata nexwesxaneya Iraqê kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî sersaxî li malbatên qurbaniyên bûyera şewata nexweşxaneya El-Husên a li Nasiriye ya Iraqê kir û xwe bi hevbeşê xema wan zanî.
Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Sersaxiyê li malbat û kesûkarên rûdana diltezîna agirketina li nexweşxaneya El Husênî ya bajarê Nasiriye dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.”
Serok Barzanî got: “Ji xwedayê mezin hêvîdar im ruhê qurbaniyên wê rûdanê bi behişt şad bike û hêviya başbûnê jî ji bo birîndarên wê rûdanê dixwazim.”
Şeva borî agir bi nexweşxaneya Îmam Husên a Koronayê ya li parêzgeha Zîqarê ketibû û di şewatê de nêzîkî 80 kesan can dabû û bi dehan kes jî birîndar bûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin