Serok Barzanî: Vegerandina erka Patrîkê Keldanî gaveke rast e
PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî eşkere kir ku ev pêngaveke rast û guncav e ku kardînal Louis Rafael Sako weke Patrîkê Yekîtiya Keldaniyan li Iraq û cîhanê dest bi erka xwe bike.
Serok Barzanî doh (12.06.2024) di peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X de wiha got: "Vegerandina kursiyê Patrikê Keldanî yê Iraq û cîhanê gaveke rast û guncav e, ez spasiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî dikim ji ber biryara wî."
Li gor biryarnameya fermî ya bi jimare 42228 ku ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Sûdanî ve hatiye îmzekirin û di 11ê Hezîrana 2024an de hatiye weşandin, li gorî xala pêncemîn a xala 1ê ya Sîstema Çavdêriya Civakên Olî ku di sala 1981ê de hatiye weşandin û biryara Dadgeha Temyîzê ya Federal, di 30ê Nîsana 2013an de, Kardînal Louis Rafael Sako li Iraq û cîhanê, biryar hat dayîn ku ew wek Patrîkê Yekîtiya Keldaniyan were naskirin.
Di biryarnameya serokwezîr de desthilata çavdêriya dêrên Keldanî ji bo Kardînal Louis Sako ku berê ev desthilat hebû, vegerandin û ji hemî aliyên têkildar xwest ku bi biryarnameyê tevbigerin.
Piştî niqaşa di navbera Serokê Tevgera Babiliyûn Reyyan Keldanî û Patrîkê Katolîkên Keldanî yên Iraqê Louis Rafael Sako de, Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd biryara serokomariyê ya jimare 147 ku di sala 2013an de hatibû derxistin betal kir û Patrîkê Dêra Keldanî Luois Sako ji wezîfeya wî dûr xist.
Ji aliyê din ve, kardînal Louis Rafael Sako hişyarî da Hikûmeta Iraqê ku eger li dijî binpêkirinên li dijî Xirîstiyanan dengê xwe dernexe, wê li civaka navdewletî bigerin.
Louis Sako di 11ê Nîsana 2024an de li ser daxwaza taybet a Serokwezîrê Iraqê Sûdanî vegeriya baregeha xwe ya li Bexdayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin