Serok Barzanî: Divê xelk terka welatê xwe neke û diberxwe bide

18 June 2022 20:53 0 dîtin
Serok Barzanî: Divê xelk terka welatê xwe neke û diberxwe bide

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li baregeha xwe ya li Massîvê pêşwazî li heyeta ENKS ê kir, bi heyetê re hevdîtinekî kir û got:

“Divê Kurd bandora xwe zêdetir bikin, xelk dev ji welatê xwe bernede û diberxwe bide.”

Li gor ji baregeha Barzanî hat ragihandin, serok Barzanî bi heyetê re danûsitendina fikrî kirine û li ser rewşa dawî ya Binxetê û Sûriyê axifîne. Heyeta ENKS ê rewşa li Sûriyê ya xelkê Kurd, li ser dahatûya xelkê Kurd endîşeyên xwe gotin û behsa pêşdeçûnên dawiyê kirin.

Li gor ragihandina baregeha Barzanî; serok Barzanî li ser rewşa xelkê Kurd li Sûriyê şirove û wesiyetan kiriye û gotiye ku divê li Sûriyê Kurd bandora xwe zêde bikin, terka ciyê xwe nekin û diberxwe bidin.