Serok Barzanî: “Bê ferq û meyl divê xizmetên zêdetir ji bo xelkê bên kirin”

18 August 2023 23:54 0 dîtin
Serok Barzanî: “Bê ferq û meyl divê xizmetên zêdetir ji bo xelkê bên kirin”

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçoveya seredana devera Behdînan de, seredana Akrê kir, li Akrê bi kadroyên bajarê Akrê û Badereşê yên PDKê re civiya. Serok Barzanî li daxwaz û pêşniyarên kadroya guhdarî kir û got ku di sehayên cuda de pêwiste xizmetên zêdetir bidin xelkê.

Serok Barzanî got ku divê bê ferq û meyl xizmetên zêdetir ji bo xelkê bên kirin û weha dewam kir:

“Hukumeta Herêma Kurdistanê xizmetê dide temamê deverên Kurdistanê û dixebite ku bêhtir ji milletê re xizmetê bike.

Bi Bexdayê re hevdîtin dewam dikin. Em bende ne ku mafên darayî yên Herêma Kurdistanê, peymana parastina avahiya Kurdistanê li gor destûrê, lihevkirinê, hevkariyê û qaîdeyên mêzênê bên bicîhkirin.”

Serok Barzanî di mijara sektora çandiniya Herêma Kurdistanê de weha dewam kir:

“Gelek girînge ku geşepêdanê bidin sektora çandiniyê û Herêma Kurdistanê bibe çavkaniya dahatê û aboriyê.”

Hemwelatiyên Kurdistanê jî ji ber hêsankariya ku hukumeta Kurdistanê ji bo cotyaran kiriye, bilind nirxandin û ji bo sehayên cuda xizmeta zêdetir xwestin.

Bende ne ku serok Barzanî li devera Behdînanê seredana çend ciyên din jî bike.