Serok Barzanî û sanda amerîkî têkiliyên Amerîka û Kurdistanê nirxandin

08 March 2019 11:34 0 dîtin
Serok Barzanî û sanda amerîkî têkiliyên Amerîka û Kurdistanê nirxandin

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Denise Natali û şanda li gel wî kir. Di wê hevdîtinê da Serok Barzanî û şanda amerîkî têkiliyên Amerîka û Kurdistanê nirxandin.

Şanda amerîkî silavên Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pence li Serok Barzanî kirin. Şandê dîyar kir ku Pence polîtîkayên Kurdistanê yên li dijî pêkhateyên olî û etnîkî teqdîr dike.

Serok Barzanî di wê hevdîtinê de derbirî ku ew spasiya Mike Pence dike. Barzanî jî got ji ber ku Pence di mijara pêkhateyên din da hesas e, ev yek cihê teqdîr e.

Ji aliyê din ve di hevdîtinê de rewla herêmên ku ji DAIŞê hatine rizgarkirin û xelkên koçber hate gotubêjkirin. Di hevdîtinê da herweha li ser girîngiya aramkirina wan herêmên navborî jî guftûgo hatin kirin.