DAISê êrîsî ser xaleke leskerî ya Hesdî Esîretan kir: Kustî û birîndar hene

04 July 2022 09:39 0 dîtin
DAISê êrîsî ser xaleke leskerî ya Hesdî Esîretan kir: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd – Terorîstên rêxistina terorîst a DAIŞê êrîşî ser xaleke leşkerî ya fewca yek a lîwaya Nîdaî ya Heşdî Eşîretan kirin.

Li gor hat zanîn, DAIŞê li navçeya Şiruynî ya sînorê parêzgeha Diyaleyê êrîşî lîwaya Nîdaî ya Heşdî Eşîretan kiriye û di encama êrîşê de çekdarekî Heşdî Eşîretan ê bi navê Husên Ebas hatiye kuştin û 2 çekdarên din jî birîndar bûne.