Îsraîl: Wê serê li Xezzeyê çend mehên din jî bidome
Peyama Kurd - Serokê Jûra Stratejîk a Artêşa Îsraîlê Eliezer Toledano got ku "Wê şerê li Xezzeyê çend mehên din jî bidome."
Eliezer Toledano, di daxuyanîya ku bi mebesta şerê li Xezzeyê yê navbera artêşa Îsraîl û Hemasê de berdewam dike de, di derbarê kêmbûna bordûmanên li ser Xezzeyê de diyar kir ku sedemê vê yekê sedem ne kêmbûna teqemenî û alavên çekî ye.
Toledano di nirxandina xwe ya di vê bareyê de anî ziman ku sedemê kêmbûna bordûmanan bi tevgerên hêzên bejayîyê ve têkildar e û got: "Artêşa Îsraîlê, wê tu caran û di tu mercî de, ji ber kêmbûna teqemenî û alavên çekî, dev ji bordûmankirinan bernede.
Serokê Jûra Stratejîk a Artêşa Îsraîlê Eliezer Toledano, balê kêşa ser wê yekê ku 'divê Îsraîl aborîya çekan baş bi rêve bibe û wiha domand: "Bi raya min wê şere li Xezzeyê çend mehên din jî dom bike."
Jîra Stratejîk a Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku, ji 7ê Cotmehê ku şerê Xezzeyê destpê kiribû heya niha DYA'yê bi 244 frokeyên arasteyê û 20 keştîyan 10 hezar ton çek û cebilxane şandîye Îsrailê û di vê pêvajoyê de Îsraîlê bi bedêla 11 milyar dolarî çek û cebilxaneyên din jî kirî ye.
Ji aliyê din ve artêşa Îsraîlê ragihand ku di 24 demjimêrên dawî de wan êrîşî 100 xalên Hemasê kirine.
Artêşê diyar kir ku ev êrîş bêtir li Xan Yûnisa li başûrê Xêza Xezzeyê û hin deverên bakurê Xêza Xezzeyê hatine pêkanîn.
Li gor agahiyên ku artêş radigihîne, hemû êrîşên 24 demjimêrên dawî, li dijî tûnêl û binesazîyên leşkerî yên Hemasê pêk hatine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin