Erdogan û Pûtîn serê Hamas û Îsraîlê gotûbêj kir: Krîz gihîstiye asteke…

24 October 2023 18:57 0 dîtin
Erdogan û Pûtîn serê Hamas û Îsraîlê gotûbêj kir: Krîz gihîstiye asteke…

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rusyayê Vladimir Putin di pêwendiyeke telefonî de, li ser şerê berdewam ê Hamas û Îsraîlê û rewşa mirovî ya sivîlên Xezeyê axivîn.

Serokomariya Tirkiyeyê ragihand ku di pêwendiyê de, herdu serokan reweşa zêdebûna tundiya şer a di navbera Îsraîl û Filîstînê de û krîza mirovî ya li herêmê gotûbêj kir.

Erdogan diyar kiriye ku wehşeta li ser erda Filîstînê kûrtir bûye, her kêlî mirinên sivîl zêde dibin û li ser helwesta welatên Rojava jî gotiye, xemsarî û bêdengiya welatên rojavayî hiştiye ku qeyrana mirovî ya li Xezeyê bigihîje asteke pêşiya wê neyê girtin.

Herwiha li gorî daxuyaniyê Erdogan daye xuyakirin, wê Tirkiye ji bo aramkirina rewşê li herêmê her cûre hewldanên xwe berdewam bike.