Plana Îsraîlê ya pistî serê Hamasê: Herêma Tampon...
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Îsraîl piştî bidawîhatina şerê dijî Tevgera Hamasê yê li Xezeyê amadekariya avakirina herêma tampon li Xeta Xezeyê dike.
Wezîrê Çandiniyê yê Îsraîlê Avi Dichter, di daxuyaniyeke xwe de gotiye, dê piştî bidawîhatina şerê Îsraîl-Hamasê li Xeta Xezeyê herêma tampon were avakirin.
Li aliyê din Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu, tenê behsa tunekirina Hamasê dike, lê qet behsa planên piştî şer nake.
Li gorî nûçeya The Financial Timesê Wezîrê Derve yê Îsraîlê Elî Cohen jî bal kişandiye ser avakirina herêma tampon li Xeza Xezeyê û gotiye, "Piştî vî şerî dê Hamas li Xezeyê nemîne û erdên Xezeyê jî piçûk bibin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin