Wezîrê Îsraîlê: Plana êrîsa Hamasê ya 7ê Cotmehê li Îranê hatiye çêkirin!
PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Yoav Gallant got, Îran û Hizbullah û Hamas yek kom in û plana êrîşkirina ser Îsraîlê ya 7ê Cotmehê jî li Îranê hatiye çêkirin.
Yoav Gallant îro Înê di civîneke rojnamevanî ya hevpar bi Wezîrê Berevaniya Amerîkayê LIyod Austin de ragihand, “Îran, Hizbullah û Hamas yek kom in, her tiştek ji aliyê Îranê ve bû, pere li Îranê hatiye terxankirin û plana êrîşê jî her li Îranê hatiye danîn”.
Yoav Gallant da zanîn: “Ya girîng ne ew e ku Îranê çiraya kesk ji bo wê êrîşê pêxistiye, ya girîng ew e ku plana wê li Îranê hatiye danîn û hizra Îranê ye. Ji bo ku hêzên me jî bersivekê bidin, em li benda sedemekê ne ji bo êrîşên xwe”.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin