Erdogan û Pûtîn li ser krîza Ûkraynayê axivîn
PeyamaKurd – Serokomariya Tirkiyê ragihand ku îro 23yê Sibatê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li ser mijara Ûkraynayê pêwendiyeke telofonî pêk anîn.
Di daxuyaniya serokmariya Tirkiyê de hatiye gotin ku Erdogan ji Pûtîn re gotiye, ew wek Tirkiye amade ne ji bo kêmkirina rageşiyê û parastina aştiyê tiştê bikeve ser milê wan bikin û Pûtîn ji bo civîna Konseya Hevkariya Bilind vexwendiye Tirkiye.
Li gorî daxuyaniyê Erdogan banga dîyalogê û derxistina pêş a dîplomasiyê li Pûtîn kiriye û diyar kiriye ku ew ligel NATOyê helwesteke çêker dimeşînin.
Serokomarê Tirkiyê beriya vê pêwendiya ligel Pûtîn ragihandibû ku ew biryara Pûtîn a naskirina herdu herêmên Donetsk û Luhanskê qebûl nakin û ligel hevpeymanên xwe yên NATOyê tevdigerin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin