Putin û Erdogan li ser krîza hûbûbat û Ûkraynayê hevdîtin dikin

19 July 2022 23:10 0 dîtin
Putin û Erdogan li ser krîza hûbûbat û Ûkraynayê hevdîtin dikin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di çarçoveya zîrwa sêqolî ya li Tehranê de, serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan û serokê Rûsyayê Vladimir Putin civiyan. Di ragihandina Erdoğan de weha hat gotin:

“Di derbarê vekirina koridora hûbûbatê de, encama em bidest bixin wê bandora erênî li dinyayê bike. Di hevdîtina Îstenbolê de tewrê heyeta Rûsyayê erînî bû. Ez bawerim wê hevdîtinên me baş derbas bibin.”

Serokê Rûsyayê Putin jî got ku ji bo îxracata hûbûbatê ji Ûkraynayê ku di Derya Reş de bêkirin, heya niha pirsgirêkên me bi temamî çareser nebûne lê pêşdeçûnên bûne jî başin.

Putin, ji ber navbeynkariya Tirkiyê ya di krîza dexl de sipasiya Tirkiyê kir. Putin weha got:

“Me bi navbeynkariya we pêşdeçûnê qeyd kir. Raste temamê pirsgirêkan hêj çareser nebûne lê pêşdeçûnên çêbûne ji xwe başin.”