Putin ji bo krîza hûbûbatê rêyekî dinê pêsniyar kir: Belarûs

04 June 2022 00:14 0 dîtin
Putin ji bo krîza hûbûbatê rêyekî dinê pêsniyar kir: Belarûs

PeyamaKurd – Dinya tev radigihîne ku serokê Rûsyayê Valdimir Putin li seranserê dinyayê sedema krîza xurekê ye lê vê carê Vladimir Putin rêyekî dinê da pêşiya dinyayê, bi taybetî pêşiya Amerîka û Yekîtiya Awrûpayê: Belarûs. Putin mijarê weha ragihand:

“Ne raste ku em rêyên îxracatê yên lîmanên Ûkraynayê digrin. Hûbîbatên Ûkraynayê dikarin di ser Belarûsê de bişînin. Lê pêwiste dorpêçên ser Ûkraynayê rabin. Rojavayî ji pirsgirêka xureka dinyayê Rûsya berpirs digrin lê vêya ji bo xetayên siyaseta we veşêrin dikin. Berpirsê krîzê Ûkrayna û welatên Rojvayî ne. Îngîltere û Amerîka dorpêçê danîne ser gubra Rûsyayê da nefroşin dinyayê û wê bazara dinyayê ya xidayê hêj xerabtir bibe.”