DEM Partî: Ji bo çareseriya doza Kurd ji bilî diyalog û muzakereyê ti rêyekî dinê tine
PeyamaKurd – Berdevka DEM Partiyê Ayşegül Doğan ragihand ku doza Kurd ji bilî rêya diyalogê û muzakereyên demokratîk çareser nabe. Ayşegül Doğan ragihand ku serokê PKKê, Abdullah Öcalan ji bo çareseriya demokraîik amade ye û divê tecrîda serê rabe.
Berdevk Ayşegül Doğan, li navenda DEM Partiyê di civîna çapemeniyê de li ser êrîşa ser TUSAŞê axifî û got:
“Di van rojên ku civaka Tirkiyê li ser çareseriyê diaxife û îhtîmala diyalogê derketiye holê, kirina êrîşeka weha ya di van rojan de, em manîdar (vatedar) dibînin.”
Doğan, daxwuyaniyên Rêvebiriya Navendê yê DEM Partiyê bibîr xist ku di derbarê êrîşên Tirkiyê yên ser Rojava tên kirin got ew temamê terefan dawet dikin da rêya aştiyane ji bo xwe bibjêrin.
Doğan got ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkekî miroviye û bang kir ku di mijarê de rêyekî nûh vekin û weha dewam kir:
“Em DEM Partî, banga xwe dubare dikin. Werin em bi hevre rê vekin. Mijara Kurd bi saleye ku tê înkar kirin, piştguh têkirin û wekî pirsgirêka ewlehiyê tê qebûlkirin û bi planên roxandinê tevdigerin lê pirsgirêka Kurd adeta wekî pirsgirêka mirovî li pêşberê me sekiniye…”
Doğan, balê kişand ser hevdîtina parlementerê Rihayê Ömer Öcalan û Abdullah Öcalan û weha dewam kir:
“Peyam 3 hevok û 3 rêzik xwuya dike lê di nav xwe de gelek peyaman dihewîne. Ya yekem ew e ku ew bi xwe dibêje tecrîd dewam dike. Ya duyemn dibêje; eger zemîn û şert amade bibin, hêza wî heye ku pirsgirêkê ji şer û şiddetê bîne nav seha siyasî û ew teorî û hêza wî ya pratîk heye. Îmralî û birêz Öcalan amadeye lê gelo dewlet amade ye? Em vêya wekî DEM Partî dipirsin.
Em ji bo siyaseta demokratî amade ne, Öcalan jî amade ye lê dewlet jî amade ye ku tecrîdê rake, mijara Kurd di rêya demokrasiyê de çareser bike û bingeha hûqûqî û siyasî amade bike? Dor, dora wan kesên ku vê bangê kirin û yên destekê dan vê bangê. Gotin hat gotin û niha wexta bicîhanîna gotinêye. Gotina ku nayê paşdexistin û derengxistin, hat gotin.
Em zanin gotina hat gotin gotinekî krîtîke, girînge, em dibînin û dibihîzin. Lê weka berpirsiyariya dîrokî em car din bang dikin ku em dibihîzin gotinên tevlihev di derbarê tenduristiya wî de (Abdullah Öcalan) tên gotin. Em aşkera dixwazin bi raya giştî re parve bikin. Tenduristiya berêz Öcalan baş e.”
Doğan ragihand ku avakirina aştiyê ji ya şer zahmettire û lewra bi hezir li hemberê mijarê tevdigerin û DEM Parti çi wezîfe bikeve ser milê wê amade ye ku bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin