Kiliçdaroglu: Ji bilî me ti partî nikare pirsa kurd çareser bike!
PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Komariya Gel a Tirkiyê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di civîna nirxandina aboriyê ya partiya xwe de derbarê pirsa Kurd de daxuyaniyên gelekî bi îdia dan.
Kiliçdaroglu bal kişand ser ku tenê CHP dikare Komara Tirkiyê baştir birêve bibe û li ser pirseke derbarê çareserkirina pirsa Kurd jî wiha axivî:
“Me polîtîkayên tendurist bo çareserkirina pirsê ragihandine. Ji bilî me ti partiyek nikare vê pirsê çareser bike.”
Kılıçdaroglu diyar kir ku berpirsiyariya çaresernekirina pirsa Kurd ya heta niha saziya siyasetê ye û got, “Cihê çareseriyê parlamento ye. Li vir tê çareserkirin. Pirseke ku bi beşdariya hemû partiyan were çareserkirin e. Di nav hemû partiyan de kesên xwedî zanîn û têgihîştina çareserkirina vê pirsê hene. Divê meseleya bingehîn a Tirkiyê di çarçoveya berjewendiyên partiyan de neyê nirxandin, di çarçoveya berjewendiyên welat de bê nirxandin.”
Serokê CHPê herwiha bal kişand ser ku wan berê rapor derbarê wê mijarê de amade kirine û li ser billbordan jî bi 22 pirs û 22 bersivan ragihandine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin