Erdogan li ser mijara korîdora hûbûbatê bi Putin re axifî

02 November 2022 01:03 0 dîtin
Erdogan li ser mijara korîdora hûbûbatê bi Putin re axifî

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi telefonê bi serokê Rûsyayê Putin re li ser girtina rêya îxracata hûbûbatên Ûkraynayê axifî û got ku eger mijar çareser bibe wê karibe rêya muzakereyan veke. Di axaftina her dû lîderan de li ser pêşdeçûnên şerê navbera Rûsya-Ûkrayna û li ser gelek mijarên herêmî axifîne.

Erdoğan ji Putin re gotiye ku lihevkirina Îstenbolê çi be, ji bo xalên wê werin cî, bi temamê terefan re ketiya nav diyalogê û diyalog dewam dikin. Erdoğan ragihand ku ew bawere vê mijarê çareser bibe û paşî ji bo rêya muzakereyan vebe, gavên ku bên avêtin yên teşwîqkirinê bin.

Erdoğan, di Klûba Niqaşê ya Valday de axifî û sipasiya Putin kir.

Ajansa Nûçeyan ya Rûsyayê ragihand ku Putin di axaftina xwe ya bi Erdoğan re gotiye ku divê li ser êrîşa Sêwastopolê lêpirsînekî bi detay bêkirin û paşî dikarin dagerin ser peymanê.