Erdogan bi Putin re li ser krîza Îsraîl-Fîlîstînê axifî
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û serokê Rûsyayê Putin di rêya telefonê de li ser krîza navbera Îsraîlê û Hamasê axifîn. Erdoğan ragihand ku ew ji lêdana jîngehên sîvîl bi endîşe ye û ji bo aramiya herêmê çi ji destê wî were dê bike.
Her dû lîder li ser seyra şerê navbera Îsraîl-Fîlîstînê axifîn û ji bo şer zêde nebe tedbîrên ku bên sitendin li ser wan axifîn. Her weha pêdviyên herêmê yên mirovî ji bo bên temîn kirin, pêngavên ku bavêjin mijara wan bû.
Di mijara temîna pêdiviyên mirovî de Neteweyên Yekgirtî jî niha xebatên xwe dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin