Serokatiya Ragihandinê: Îdîayên ku dibêjin Serokomar Erdogan krîza dil derbas kiriye ne rast in
PeyamaKurd - Serokatiya Daîreya Navenda Ragihandinê ya Têkoşîna li dijî Dezenformasyonê ya Serokatiya Sererkaniyê, îdiaya ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan "qrîza dil derbas kiriye û rakirin nexweşxaneyê" derewand.
Birêvebirê Ragihandinê Fahrettîn Altun di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twîtterê da dîmenên îdiayên ku di hin hesaban da derbarê tenduristiya Erdogan da tên kirin parve kir û wiha got: "Em van îdiayên bêbingeh ên derbarê tenduristiya Serokomarê me da bi tundî red dikin.”
Altun got, "Çiqas dezenformasyon belav bikin jî wê nikaribin rastiya ku miletê Tirk li kêleka wan e û Erdogan û AK Partî di hilbijartinên 14ê Gulanê de bi ser ketine biguherînin."
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twîtterê de diyar kir, hin saziyên çapemeniyê yên biyanî li ser tenduristiya Erdogan nûçeyên sexte yên neexlaqî dane.
Çelîk wiha got: "Serokê me yê birêz li ser wezîfeya xwe ye. Piştî hinekî bêhna xwe wê bernameyên xwe bi heman awayî bidomîne. Em spasiyên xwe ji daxwaz û duayên miletê xwe yên ji bo tendurustî û xweşiyê tînin ziman dikin."
Hat ragihandin, Erdogan wê bi lînka zindî beşdarî merasima "Desthilatdariya Yekemîn a Santrala Nukleerê ya Akkuyuyê" bibe û mîtînga Mêrsînê jî hat taloqkirin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê ku êvara berê di weşana zindî ya hevpar a Kanal 7 û Ulke TVyê da nexweş ketibû, do bernameya xwe betal kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin