Desteya Serokatiya Parlamenê roja hilbijartina serokomarê nû yê Iraqê diyar dike
PeyamaKurd – Desteya Serokatiya Parlementoya Iraqê, îro êvarê ji bo destnîşankirina roja civîna duyem ya parlementoyê ku wê serokomarê nû tê de bê hilbijartin dicive.
Hat diyarkirin ku di civîna duyem a Parlamentoya Iraqê de wê serkomarê nû yê Iraqê were hilbijartin ku heta niha şansê kandîdê PDKê Hoşyar Zêbarî ji hemû kandîdan zêdetir e.
Yekemîn civîna xula pêncem ya parlementoya Iraqê roja 9 vê mehê hat lidarxistin. Di wê civînê de desteya serokatiyê hat hilbijartin:
Mihemed Helbûsî bû serokê parlementoyê, Hakim Zamilî bû cîgirê yekem û Şaxewan Ebdullah jî bû cîgirê duyem.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin