Rojava | ENKS li Qamislo Desteya Serokatiya nû hildibijêre

10 September 2023 15:42 0 dîtin
Rojava | ENKS li Qamislo Desteya Serokatiya nû hildibijêre

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku wê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di civîna li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê de, Desteya Serokatiyê ya nû hilbijêre.

Li gorî zanyariyan, di civîna ku îro 10ê Îlonê tê lidarxistin de, rewşa siyasî û rêxistinî ya ENKSê tê gotûbêjkirin ku Desteya Serokatiyê tê hilbijartin.

Herwiha di civînê de proseya siyasî ya Sûriyê bi giştî, biryarên navdewletî yên derbarê Sûriyê de, komîteya destûrê û rewşa Rojavayê Kurdistanê û bûyerên li Dêrazorê jî têne gotûbêjkirin.

Endamê Desteya Serokatiyê ya ENKSê Feysel Yûsif ji K24ê re daye xuyakirin, rewşa rêxistinê û aktîfkirina ofîsên ENKSê li navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê jî mijareke din a civînê ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ENKSê wê 24ê Mijdara 2022yan kongreya xwe ya çaremîn li bajarê Qamişlo lidar bixista, lê ji ber astengiyên ewlehiya li Rojavayê Kurdistanê, ENKSê neçar ma bi riya “online” karên xwe yên kongreyê berdewa bike.