Serkirdayetiya ENKSê li Qamislo ji bo vegera Rojava dicive
PeyamaKurd - Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro 27ê Kanûnê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê civîneke berfireh li ser lêvegera siyasî û vegera Rojavayê Kurdistanê li dar dixe.
Hat ragihandin ku serkirdatiya ENKSê îro li Qamişloyê dicive û gotûbêjê li ser vegera bo Rojavayê Kurdistanê û destpêkirina çalakiyên xwe yên siyasî bike.
Çav li rê ye piştî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve rakirina qedexeyên li ser ENKSê, buroyên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê ji nû ve vekin û dest bi xebatên siyasî bikin.
Rêveberiya Xweser hefteya borî piştî hewldan û danûstandinên Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî ragihandibû ku ti astengên yasayî yên li pêşiya vegera ENKSê bo Rojavayê Kurdistanê nemane û ENKS dikare vegere û dest bi xebat û çalakiyên xwe li tevahiya navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de bike.
ENKSê jî ev helwesta Rêveberiya Xweser wek pêngaveke destpêkê nirxandibû û daxwaza berdana hemû girtiyên xwe yên siyasî kiribû.
Rêveberiya Rojava jî li ser daxwaza ENKSê komîteyeke taybet a şopandina dosyeya girtiyan û kesên qedexe li ser wan hatibû danîn ava kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin