Erdogan: Ji bo krîza hûbûbatan sibê li Dolmabahçe peyman tê îmzekirin

22 July 2022 00:03 0 dîtin
Erdogan: Ji bo krîza hûbûbatan sibê li Dolmabahçe peyman tê îmzekirin

PeyamaKurd – Ji bo çareserkirina krîza hûbûbatên bi miqdarê 25 mîlyon ton ku li lîmanên Ûkraynayê sekiniye, sibê li Îstenbolê li Dolmabahçe bi peymanekî tê çareserkirin. Payman sibê siet di 16:30 an de ji bo naqliyata wê bêkirin, tê îmzekirin. Di merasima peymanê de terefên Rûsya, Ûkrayna, serokkomarê Tirkiyê Erdoğan û sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Guterres cîh digrin. Ragihandina mijarê ji aliyê serokatiya ragihandina serokkomariya Tirkiyê de hat kirin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan do behsa mijarê kiribû ku dixwazin di wextekî kurt de hevdîtinan bixin ser kaxezan û peymanê girêdin. Ji bo rêya neqliya hûbûbatên Ûkraynayê bê vekirin, gelek caran Erdoğan û Guterres hewl dabûn û têkiliyan bi Rûsya, Ûkrayna û ciyên din yên pêwendîdar re danîbûn.