Erdogan li Qesra Dolmabahçe, ji bo pistgiriyê bi Sînan Ogan re civiya
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê û namzedê hilbijartinên serokomariyê Recep Tayyip Erdogan, îro 19ê Gulanê ji bo piştgiriya Sînan Oganê namzedê Tifaqa ATA ji bo gera duyem a hilbijartinên 28ê Gulanê bistîne, li Qesra Dolmabahçe ya Stenbolê pê re civîya.
Sînan Ogan di hilbijartinên gera yekem ên 14ê Gulanê de, ji sedî 5,2yê dengan wergirtibû û hiştibû hilbijartin bimîne gera duyem.
Beriya Erdogan, namzedê Tifaqa Milet Kemal Kilicdaroglu jî bi Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdag re ji bo piştgiriyê civiyabû ku yek ji partiya Tifaqa ATA ye.
Erdogan di hevpeyvîna ligel CNNê de bal kişandibû ser bazariyên bo gera duyem Sînan Ogan pê re bike û gotibû, “Ez ne kesekî bi vî awayî bazariyan bike me.”
Li gorî medya Tirkiyê hevdîtina Erdogan û Ogan berdewam dike û ti daxuyaniyek hîn nehatiye belavkirin.
Hilbijartina gera duyem a serokomariya Tirkiyeyê 28ê Gulanê roja Yekşemê tê kirin ku tenê 9 roj mane.
Di hilbijartinên 14ê Gulanê de, Recep Tayyip Erdogan jî %49.50, Kemal Kiliçdaroglu %44.89 û Sînan Ogan jî %5.17ê dengan wergirtibû. Di gera duyem de, namzedê zêdetir dengan bistîne wekî serokomar tê hilbijartin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin