Erdogan li ser krîza mazabata bajarê Wanê axifî
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi rayderanên asayîşê, cendirme û ewlehiya peravan re di şîva fetarê de civiya û li ser krîza mazbata bajarê Wanê ya şaredariyê axifî. Erdoğan di axaftina xwe de got:
“Hinek kes xwestin kolanên me terorîze bikin. Hêzên asayîşê mudaxele kirine û nehiştine bûyer mezin bibe. Her kî şiddetê, kaosê û eşqiyatiyê weka rêya xwestina mafan bibîne, wê kulma dewleta me ya ji pola li hemberê xwe bibîne. Ti dewletekî medenî ya dinyayê tişteka weha qebûl nake. Dewleta Tirkiyê ne dewleta çadirêye û wê nebe jî.
Em ji îrada milletê re bi ti awayekî bêrêziyê nakin. Lê em nahêlin baronê Qendîlê bi zorê muselletê ser dilê xelkê me bibe, hûzûr û aramiya me xerab bike. Em îznê nadin ew êşa li rabirdûyê maye, bi mirovên me bidin jiyandin.
Egera wê di demokrasî û hûqûqa me de çi be em ê wê bikin. Em bende ne ku temamê aktorên siyasî rêz li desthilata hûqûqê bigrin. Em terorê ji demokratîkbûnê û demokratîkbûnê ji aboriyê serbixwe nabînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin