'Pûtîn û Erdogan li ser derxistina 'terorîstan' ji Idlibê li hev kir'
PeyamaKurd - Koşka Kremlin a Serokatiya Rûsyayê ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li hev kirine ku “terorîstan” ji Idlibê derxin.
Koşka Serokatiya Rûsyayê Kremlin li ser hevdîtina doh 29ê Îlonê ya li Soçiyê ragihand, Putin û Erdogan li hev kirin ku hemû kom û mîlîsên çekdar ji parêzgeha Idlibê bêne derxistin ku piraniya wan koman Tirkiye piştgiriya wan dike.
Berdevkê Serokatiya Rûsyayê Dmitry Peskov ji rojnamevanan re got: “Her du serokan behsa aloziya li Sûriye, Libya, Afganistan û herêma Karabaxê kirin.”
Peskov red kir ku di derbarê hevdîtinên Pûtîn û Erdogan ên li ser dosyeya Sûriyeyê de hûrgiliyên zêdetir eşkere bike.
Hêjayî gotinê ye, piştî hevdîtina Pûtîn - Erdogan ti daxuyaniyeke hevbeş a fermî nehatiye belavkirin, lê Serokomarê Tirkiyê dema vegera xwe ji Rûsyayê ragihandiye ku civîna wî ya bi Putin re eşkere û berhemdar bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin