Kremlîn: Li ser rewsa Idlibê pêwendiya Pûtîn û Erdogan çênebûye

03 February 2020 17:47 0 dîtin
Kremlîn: Li ser rewsa Idlibê pêwendiya Pûtîn û Erdogan çênebûye

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlîn Dmitriy Peskov, li ser rewşa dawî ya Idlibê ku hêzên rejîmê êrîşî leşkerên Tirkiyê kirine ragihand ku Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ti pêwendiyeke telefonî pêk neanîne.

Berndevkê Kremlînê diyar kir ku heger bê xwestin ew dikarin bilez pêwendiya Pûtîn-Erdogan organîze bikin.

Peskov herwiha da zanîn ku artêşên Rûsya û Tirkiyê tim di nav danûstandinê de ne û li ser rewşa Idlibê jî got: "Nîgeraniya me ya bo tevgera rêxistinên terorî li herêmê berdewam e.”