Ji Pûtîn û Pizîskiyan hevdîtina rûbirû: Mijar rewsa Rojhilata Navîn bû
PeyamaKurd – Di demeke ku Îsraîl amadekariya êrîşeke bersivdanê li ser Îranê dike, Koşka Serokatiya Rûsyayê Kremlînê ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan hevdîtineke rûbirû pêk anîn.
Kremlînê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, îro 11ê Cotmehê Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo ku beşdarî Konferansa Navnetewî bibe, serdana Tirkmenistanê kiriye.
Hate diyarkirin ku Pûtîn û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan li Tirkmenistanê civiyane.
Di daxuyaniyê de hate eşkerekirin, Pizîşkiyan û Pûtîn di civîna xwe de behsa rewşa Rojhilata Navîn kirine, lê agahiyên zêdetir nehatin dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin