Kremlîn: Pûtîn ji metirsiyên Erdogan ên Idlibê têdigihe

26 August 2019 20:51 0 dîtin
Kremlîn: Pûtîn ji metirsiyên Erdogan ên Idlibê têdigihe

PeyamaKurd – Berdevkê Koşka Serokatiya Rûsya Kremlinê Dimitri Peskov got ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji metirsiyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên derbarê Idlibê de têdigihe.

Peskov îro ji çapemeniyê re ragihand, Pûtîn ji metirsiyên Erdogan ên bo Idlibê têdigihe û ji ber êrîşên milîtanan jî xwedî fikar e.

Berdevkê Kremlînê li ser serdana Erdogan a Moskowê û pêşniyara firotina balafirên rûsî jî da zanîn ku dê Pûtîn û Erdogan serdana Ajansa Navdewletî ya Esmanî bikin û dê Erdogan balafirên SU-35an li cihê cih bibîne.