Pûtîn û Erdogan li ser rewsa Idlibê axivîn: Êrîsên rejîmê...

23 August 2019 15:30 0 dîtin
Pûtîn û Erdogan li ser rewsa Idlibê axivîn: Êrîsên rejîmê...

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, piştî êrîşa balafirên Sûriyê bi ser karwana leşkerî û xala çavderiyê ya artêşa Tirkiyê de li dorûbera Idlibê, cara yekem pêwendiyeke telefonî pêk anîn. Hat ragihandin ku di pêwendiya telefonî de, Erdogan ji Pûtîn re gotiye, 'Binpêkirina agirbestê ji aliyê rejîma Sûriyê ve û êrîşê rejîmê ji bo ewlekariya netewî ya Tirkiyê bûne gefeke mezin."

Serokomariya Tirkiyê piştî pêwendiya telefonî ya Erdogan-Pûtîn ku îro pêk hat daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku pêşhatên li Sûriye û Libyayê û danûstandinên dualî hatine gotûbêjkirin.

Serokomariya Tirkiyê li ser naveroka axaftina Pûtîn-Erdogan ev daxuyanî da:

“Brêz Serokomarê me diyar kiriye ku binpêkirinên agirbestê li Idlibê û êrîşên rejîma Sûriyê bûne sedema krîzeke mezin a mirovî, ev êrîş ziyanê digihînin hewlên çareseriya siyasî bo Sûriyê û ji bo ewlekariya netewî ya welatê me jî bûne gefeke mezin.”

Ev demeke artêşa Sûriyê bi hevkarî û alîkariya hêzên Rûsyayê êrîşên ser Idlibê zêde kirine. Herî dawî bajaroka stratejîk Xan Şêxûn ji destê komên alîgirên Tirkiyê derxist ku ev serkeftina artêşa Sûriyê ji aliyê hevpeymana rejîmê Rûsyayê ve hat pîrozkirin.