Zelenskiy: Heta Pûtîn neyê ser masê em ji Kruskê dernayên

05 September 2024 20:01 0 dîtin
Zelenskiy: Heta Pûtîn neyê ser masê em ji Kruskê dernayên

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku wê Hêzên Çekdar ên Ukraynayê herêma Kurskê ya Federasyona Rûsyayê ku kontrol kirine, heta Pûtîn were ser maseya danûstandinan bernedin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy di hevpeyvîneke ligel NBC Newsê de got ku Ukrayna plan dike axa Rûsyayê ya ku hatiye girtin bo “demeke bêsînor” di destê xwe de bihêle.

Zelenskiy diyar kir, xwedîlêderketina vê herêmê parçeyek bingehîn a “plana serketinê ye” û da zanîn, “Niha pêdiviya me bi wê heye. Bi giştî Ukrayna “ne hewceyî axa Rûsyayê ye” û “naxwaze Ukraynî li wir bimînin.”

Zelenskiy herwiha got, haya rêveberiya Serokê Amerîkayê Joe Biden jî ji operasyona Kurskê nîne û ev operasyon di nava Ukraynayê de bi temamî veşartî ye.