Reuters: Wê Erdogan pistî fermana xwe ya dersînorkirina balyozan tansîyonê kêm bike!
PeyamaKurd – Karvedana daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku ferman daye Wezareta Derve daku balyozên Amerîka û 10 welatên ewropî yên daxwaza berdana Osmana Kavala kiribûn wekî ‘kesên nexwestî bên îlankirin’ û deportkirin (dersînorkirin) berdewam dike.
Balyozên welatên Amerîka, Kanada, Fransa, Finlanda, Danmark, Almanya, Holanda, New Zealand, Norwec û Swêdê roja Duşema borî bi daxuyaniyeke hevbeş daxwaza azadkirina Karsaz û Çalakvanê Sivîl Osman Kavala kirin ku 4 sal in li Tirkiyê girtî ye.
Welatên ku balyozên wan daxuyanîya daxwaza azadkirina Osman Kavala li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan (DMEE) dabûn, dibêjin hîn daxwazeke fermî ji aliyê Tirkiyê ve bo deportkirina balyozên wan negihîştiye wan û bertekên tund nîşan didin.
Reutersê îro Yekşemê bi zarê çavkaniyeke dîplomatîk a Tirkiyê ragihand ku wê Erdogan sibe di civîna kabîneyê de vê mijarê gotûbêj bike û hewl bide tansîyonê kêm bike ango ji biryara xwe vegere.
Li gorî Reutersê dawiya mehê civîna G20an û Lutkeya Glasgow a Keşûhewayê ya Neteweyên Yekbûyî tê lidarxistin û wê bi awayê dîplomatîk bandora helwesta Erdogan a bo balyozan hebe, lewma jî li gorî çavkaniya dîplomatîk a Tirkiyê wê Erdogan heta wê demê tansîyonê kêm bike.
Herwiha hatiye diyarkirin ku tevî fermana Erdogan jî hîn Wezareta Derve neketiye tevgerê û ti daxwazek ji balyozxaneyên wan welatan nehatiye kirin.
Di nûçeyê de hatiye gotin, heger Erdogan paşde gav neavêje wê di deshilata xwe ya 19 salan de li hember welatên Rojava şikesta herî mezin bixwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin