Tirkiye | Pistî hilbijartinê bihayê elektrîkê 37%î hat zêdekirin
PeyamaKurd - Piştî hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê bi rojekê hikûmeta AKPê bihayê elektrîkê zem kir.
Li gor sererastkirina di rojnameya fermî de hatiye belavkirin, ji 1ê Nîsana 2019an û pê de dê bihayê elektrîkê 37%î were zêdekirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Tirkiye ev demek e bi krîzeke aborî re rûbirû bûye ku barê lêçûnên hilbijartinê jî ketin ser wê krîzê ku niha her diçe kûrtir dibe.
Di gelek nirxandinên pisporên aborî yên cîhanê de tê gotin ku piştî şikestina li Stenbol û Enqerê ya windakirina şaredariyan, deshilatdariya AKPê ya bi seroktiya Erdogan divê demûdest çareseriyekê ji krîzê re bibîne daku bikare deshilatiya xwe bidomîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin