Hilbijartinên Tirkiye | YSKê bihayê serlêdana bo nemzadiya serokomar eskere kir

14 March 2023 21:14 0 dîtin
Hilbijartinên Tirkiye | YSKê bihayê serlêdana bo nemzadiya serokomar eskere kir

PeyamaKurd – Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) derbarê xebatên ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê yên serokomarî û parlamentoyê de agahî dan.

Serokê YSKê Ahmet Yener, da xuyakirin ku rêkar û prensîbên bo nîşandana namzedên serokomariyê hatine diyarkirin û got, kesên bixwazin bi awayê serbixwe bibin namzedê parlamentariyê divê 55 hezar û 598 lîreyî Tirkî razînin hesabê YSKê.

Herwiha hat diyarkirin kesên ji aliyê hilbijêran ve ji bo serokomariyê werin namzedkirin jî wê 555 hezar û 980 lîreyê bidin.

Serokê YSKê da zanîn ku lijneya wan bi awayê yasayî li ser dixebite da ku hêsankarî ji bo kesên kêmendam bikarin deng bidin bê kirin.