DEM Partiyê ji bo hilbijartinên Bedlîsê serî li YSKê da

05 April 2024 17:10 0 dîtin
DEM Partiyê ji bo hilbijartinên Bedlîsê serî li YSKê da

PeyamaKurd - DEM Partiyê piştî serlêdana bi sedema ku bi hezaran leşker û polîs weke “hilbijêr” hatine veguhestin û bi ferqeke hindik namzedê AK Partiyê hatiye hilbijartin serî li Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK) da ku hilbijartin were dubarekirin.

Di hilbijartinê de AK Partiyê 8 hezar û 900 û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî 8 hezar û 702 deng standiye ku tenê 188 deng di navbera wan de hene. Herwiha 2 hezar û 18 dengên DEM Partiyê jî hatine betalkirin.

 Piştî ku daxwaza DEM Partiyê ya ji nû ve hejmartina dengan hate redkirin, DEM Partiyê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) da ku yan deng ji nû ve bên hejmartin yan jî hilbijartin bê dubarekirin. 

Namzetê Hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Bedlîsê Nezîr Karabaş got: “Li her sindoqa ku gelê Bedlîsê lê hilbijêr bû AK Partî di sindoqê de ma. Lê li cihên ku hilbijêrên veguhestî lê hene jî AK Partî bi pêş ket. Lê AKPê weke gelek cihan li vir jî hewl da qezenc kir. Ev têre nekir. Di sindoqên ku hêzên ewlehiyê hatibûn veguhestin de bi dehan deng nederbasdar derketin. Îro li Taxên Beş Mînare û Husrev Paşa di her sindoqê de 30 40 deng hatin betalkirin. Ev hilbijartine AKPê negirt.”