Amerîka çekên giran dide Hêzên Pêsmergeyên Kurdistanê

22 June 2023 19:31 0 dîtin
Amerîka çekên giran dide Hêzên Pêsmergeyên Kurdistanê

PeyamaKurd – Fermandarê Hêza Piştevaniya1 a Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Ferîq Sîhad Barzanî, di merasîma xula perwerdeya leşkerî de ragihand, : “Pêdiviya me bi alîkariya hevpeymanan heye û daxwaz ji wan jî dikin ku zêdetir alîkariya Pêşmerge bikin.”

Sîhad Barzanî da zanîn ku çekên sivik ên Hevpeymaniya Navdewletî ya Amerîka pêşengtiya wê dike gihîştine wan û biryar e di meha Tebaxa îsal de jî karwaneke çekên giran bigihe destê Pêşmerge.

Fermandarê Hêza Piştevaniya 1 Ferîq Sîhad got: “Li ser fermana Serok Barzanî û biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hêza Piştevaniyê ya 1 bi hemû çek û kelûpelên xwe yên leşkerî ji hêza 80 ve bo mîlaka Wezareta Pêşmerge hat veguhestin û zêdetirî du salan e ev prose hatiye bicihkirin.”

Sîhad Barzanî herwiha got ku hejmara çekên giran ên ku ew ê werbigirin ne diyar e, lê ya girîng ew e ku piştgiriya hevpeymanîyê bo Hêzên Pêşmerge dewam dike.