Amerîka 541 milyon dolar alîkarî dide hêzên Pêsmerge, HSD û Hêzên Iraqî

29 March 2022 12:33 0 dîtin
Amerîka 541 milyon dolar alîkarî dide hêzên Pêsmerge, HSD û Hêzên Iraqî

PeyamaKurd Rêveberiya Joe Biden, do di çarçoveya budçeya projeya pêşniyazkirî ya sala 2023ê ya Wezareta Berevaniyê de, 541 milyon dolar alîkarî ji bo hêzên Pêşmerge, HSD û Hêzên Iraqî destnîşan kir.

Li gor budçeyê, ji koma wan alîkariyan 358 milyon dolar ji bo hêzên Iraqî û Pêşmerge, 183 milyon dolar jî ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ne.

Herwiha alîkarî taybet dibin bi rahênan û pirçekkirina wan hêzên ku rûbirûyî DAIŞê dibin.