Komîsyona Amadekar biryara rakirina parêzbendiya parlamentera DBPê da
PeyamaKurd - Komîsyona Amadekar a Dadê li Parlamentoya Tirkiyê, îro 6ê Tîrmehê biryar da ku parêzbendiya Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Parlamentera Diyarbekirê Salîha Aydenîz were rakirin.
Komîsyona Amadekar biryara rakirina parêzbendiya Aydenîz da û ji Komîsyona Hevbeş a Dadê ya Parlamentoya Tirkiyê re şand.
Hat ragihandin ku piştî vê biryara Komîsyona Amadekar wê 18’ê Tîrmehê jî li Komîsyona Hevbeş rakirina parêzbendiya parlamentera DBPê were gotûbêjkirin.
Heger Komîteya Hevbeş jî heman biryarê bide, wê li parlamentoyê dengdana dawî bê kirin.
Di navbera Salîha Aydenîz û polîsan de, 12ê Hezîranê li Stenbolê di çalakiyekê de, gengeşî derketibû û hatibû îdiakirin ku Aydenîz dest ji polîsekî re rakiriye û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî dabû xuyakirin ku ew dê çi pêwîst be bo wê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin