Ji bo rakirina parêzbendiya Semra Guzel Komîsyona Amadekar tê damezrandin

20 January 2022 21:34 0 dîtin
Ji bo rakirina parêzbendiya Semra Guzel Komîsyona Amadekar tê damezrandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di civîna Komîsyona Dadê û Destûrê ya Parlamentoya Tirkiyê de, biryar hatiye dayîn ji bo lêkolîna li ser rakirina parêzbendiya parlamentera HDPê ya Diyarbekirê Semra Guzel Komîsyona Amadekar were damezrandin.

Komîsyona hevbeş a Destûr û Dadê ya Parlamentoya Tirkiyê li ser mijara du fezleyekên rakirina parêzbendiya Semra Guzel civiya û li ser pêşniyar Parlamenterê AKPê Bekîr Bozdag biryar hat dayîn ku Komîsyona Amadekar were damezrandin.

Parlamentera HDPê Semra Guzel ji ber belavbûna wêneyên wê yên ligel PKKiyekî bi hinceta endamtiya rêxistinê fezlekeyên rakirina parêzbendiya wê hatibûn amadekirin û bo parlamentoyê hatibûn şandin.

AKP, MHP, CHP û IYIP beriya niha ragihandibûn ku ew dê ji bo rakirina parêzbendiya Guzel li parlemenê dengê belê bikar bînin. Tê çaverêkirin piştî rakirina parêzbendiyê doz li Semra Guzel bê vekirin û heger dadgeh wê mehkum bike jî were girtin.