Komîsyona Parlamentoyê biryara rakirina parêzbendiya parlamentera HDPê Semra Guzel da
PeyamaKurd – Komîsyona Amadekar a Parlamentoya Tirkiyê, parêzbendiya parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Diyarbekirê Semra Guzel ku wêneyên wê yên 7 sal berê bi endamekî PKKê re hatibûn belavkirin rakir.
Komîsyona Amedekara a Parlamentoya Tirkiyê îro Pêncşemê 3yê Sibatê, biryara rakirina parêzbendiya Parlamentera HDPê Semra Guzel da.
Komîsyonê di civîna xwe ya sêyemîn a li ser rakirina parêzbendiya Parlamentera HDPê Semra Guzel de, bi piraniya dengên endamên komîsyonê biryara rakirina parêzbendiya Guzel da.
Hat ragihandin ku biryara dawî wê li Civata Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê bê dayîn û piştre jî wê li ser du dosyayên hatine amadekirin dadgehkirina Semra Guzel ya bi hinceta ‘endamtîya rêxistinê’ dest pê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin