Sandeke Wezareta Tendirustiyê serdana Bexdayê kir

30 May 2022 10:02 0 dîtin
Sandeke Wezareta Tendirustiyê serdana Bexdayê kir

PeyamaKurd – Şandeke Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ji bo hejmarek civîn, hevahengiya zêdetir û çareserkirina kêşeyan, serdana Bexdayê kir.

Şandeke Wezareta Tendirustiyê, şeva borî li ser erkdarkirina Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê, bi yadaşteke kêşr û giriftan gihîşt Bexdayê û biryar e îro şanda Wezareta Tendirustiyê hejmarek civîn bi Wezîrê Tendirustiyê yê Iraqê û rayedarên pêwendîdar re bike ji bo çareserkirina kêşe û giriftên navbera xwe û hevahengiya zêdetir ji bo dabînkirina derman û pêwîstiyên bijîşkî û amûr û projeyên xizmetguzariya tendirustiyê.

Hêjayî gotinê ye ku ev serdan piştî ku do êvarî Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî û Wezîrê Tendirustiyê yê Iraqê yê bi wekalet Hanî Uqabî re pêwendiyeke telefonî encam da û çareserkirina kêşeyan gotûbêj kirin hat.