Rêveberiya nû ya Operasyonên Hevbes a hêzên Pêsmerge dest bi kar kir

15 November 2021 16:58 0 dîtin
Rêveberiya nû ya Operasyonên Hevbes a hêzên Pêsmerge dest bi kar kir

PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê ragihand ku îro 15ê Mijdarê di merasîmekê de rêveberiya nû ya binkeya Operasyonên Hevbeş dest bi kar kir. 

Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê ragihand, bi amadebûna Cîgirê Serokerkanê Pêşmerge Lîwa Rukin, Huşmend Reşîd û hejmarek ji efserên Wezareta Pêşmerge, merasîma guhertina rêveberiya binkeya Operayonên Hevbeş hat kirin.

Di merasîmê de, Emîd Rukin, Yûsif Mamik Sûrçî wek rêveberê nû yê binkeya Operasyonên Hevbeş dest bi kar kir.

Herwiha Lîwa Rukin Huşmend Reşîd behsa girîngiya binkeya Operayonên Hevbeş kir ku roleke wê ya karîger di navbera yekîneyên cuda ên hêzên Pêşmerge de dê hebe.

Lîwa Rukin Huşmend Reşîd diyar kir, binkeya Operasyonên Hevbeş bûye navendek ji bo dirustkirina pêwendiyê di navbera hêzên Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê ya Iraqê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.

Di merasîmê de, xuleke rahênankirina 22 efseran li binkeya Operasyonên Hevbeş hat ku armanc jê, bihêzkirin û bilindkirina asta efserên wê binkeyê bû.