Wezîrê Berevaniya Iraqê ji artêsê xwest: Ji nakokiyên siyasî dûr bisekînin!
PeyamaKurd – Di demeke ku xwepêşandanên Tevgera Sedir berdewam dikin û rewşa siyasî li Iraqê têk çûye de, Wezîrê Berevaniya Iraqê Cume Înad bang li artêşê kir, dûrî nakokiyên siyasî bisekinin.
Cume Înad di civîna ligel fermandarên serbazî, cîgirên serokerkan û rêveberê îstixbarata serbazî de got, xwe ji nakokiyên siyasî dûr bixin, ji ber ku Iraq di rewşeke metirsîdar re derbas dibe.
Li gorî medya Iraqê Wezîrê Berevaniyê diyar kiriye: “Erkê me yê pîroz, parastina gel û niştiman e, divê artêş di sînorê xwe yê diyarkirî de xizmetê bike.”
Înad destnîşan kiriye: “Divê em bi hestyarî tevbigerin, lewra dijmin li şert û mercên guncaw digere.”
Hêjayî gotinê ye, îro 11ê Tebaxê jî Tevgera Sedir ji alîgirên xwe xwestiye, sibe înê li hemû bajarên Iraqê xwepêşandanan bikin û hefteyek mohlet bo hilweşandina parlamentoyê hatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin