Îro sandeke Wezareta Pêsmerge bi Wezareta Berevaniya Iraqê re dicive
PeyamaKurd - Şandeke Wezareta Pêşmerge îro bi Wezareta Berevaniya Iraqê re li Bexdayê dicive. Li gor zanyariyan, biryar e herdu alî li ser mijarên weke zêdebûna tevgerên DAIŞ, hevahengî û operasyonên hevbeş gotûbêj bikin.
Cîgirê Serfermandarê Pêşmerge yê Karûbarê Operasyonan Lîwa Qareman Kemal ragihand, biryar e roja Pêncşemê 2ê Tîrmehê komîteya hevahengiya Wezareta Pêşmerge bi serokatiya Serfermandarê Pêşmerge serdana Bexdayê bike.
Lîwa Qareman Kemal da zanîn, ew şand dê li Bexdayê bi berpirsên Wezareta Berevaniya Iraqê bicive û ser hin mijarên weke “karê hevbeş û operasyonên hevbeş û çend mijarên din ên serbazî” gotûbêj bike.
Di vê dema ku wê civîn pêk were, li hin navçeyên li sînorê Herêma Kurdistanê, tevgerên DAIŞê zêde bûne.
Ji piştî sala 2016an ve heya niha, Wezareta Pêşmerge û hêzên Iraqî karên hevbeş nekirine.
Bi armanca hevahengî û karên hevbeş li gel Wezareta Berevaniya Iraqê, Wezareta Pêşmerge komîteyeke hevahengiyê ava kiriye, heta niha ev komîte 2 caran li gel hêzên Iraqî civiyaye, ku cara dawî di 2ê Hezîrana sala 2019an de bû.
Cîgirê Serfermandarê Pêşmerge destnîşan kir, “bo civînê ji wê deme heta niha, Wezareta Pêşmerge li benda hêzên Iraqî ye, lê belê civîn her carê û bi hincetekê hatine paşxistin.”
Serdana şanda Wezareta Pêşmerge bo Bexdayê herwiha di dema operasyonên Tirkiyê li nav axa Başûrê Kurdistanê berdewam in wê pêk were.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin