Sanda hevpeymaniyê li ser rewsa dawî ya çaksaziyê bi Wezareta Pêsmerge re civiya

15 June 2021 20:41 0 dîtin
Sanda hevpeymaniyê li ser rewsa dawî ya çaksaziyê bi Wezareta Pêsmerge re civiya

PeyamaKurd - Navenda Medya û Zanyariyan a Wezareta Pêşmerge ragihand ku îro 15ê Hezîranê Berpirsê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Herêma Kurdistanê General Dave Williams û hejmarek berpirsên hêzên Almanyayê bi rêveberiya çaksaziya Wezareta Pêşmerge re civiyan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di civînê de Bepirsê Rêveberiya Çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge General Endazyar Nebez Sellah Sidîq, pêşhatên yên roseya çaksazîiyê di nava hêzên Pêşmerge de eşkere kir û daxwaza alîkarî û piştgiriya zêdetir a hevpeymanan kir ji bo bilezkirina çaksazîyê û bidestxistina destkeftên zêdetir.

Di civînê de Dave Williams amadebûna hevpeymanan nîşan da ji bo terxankirina şêwirmendiya pêwîst û projeyên çaksaziyên ku neketine warên cîbicîkirine, bi taybet jî yekxistina hêzên 70 û 80 yên Pêşmergeyan di bin banê Wezaretê Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê de û karkirin ji bo palpiştiya projeya hemahengîya Wezareta Pêşmerge ligel Wezareta Bergirîya Iraqê.

Dave Williams destnîşan kir ku hêzên hevpeymaniya navdewletî amade ne ji bo rawêjkariya tîmên beşdarên di projeyên çaksaziyê de.