Îran balyozê Almanya yê Tehranê xwest wezareta karên derve
PeyamaKurd – Li gor ragihandina wezareta karên derve ya Îranê ya nivîskî: ji ber di biryarekî dadgehekî Almanya de Îranê bi terorê sûcdar kiriye û wezareta karên derve ya Almanyayê bangî Meselehtguzarê Îranê yên konsulxaneya Berlînê kiriye, Îran jî bangî balyozê Almanya yê li Tehranê Hans Odo Motzel kiriye da here wezaretê.
Sedema ku wezareta Almanya bangî balyozê Îranê kiribû, ji ber ku navê Îranê di êrîşa ser sînagogekî Cihûyan de derbas bûbû, bangî wî kiribûn û nerazîbûna xwe diyar kiribûn.
Îran, ji balyozê Almanya yê Tehranê re gotiye ku; Almanya di dîrokê de xwediyê zilmeka sistematîk û kuştina Cihûya ye.
Gengeşa navbera wan ji ber dadgeha bilind ya Düsseldorf a Almanya bi sedema Almanekî ku eslê wî Îraniye û karekî êrîşê ya xerab kiriye, dadgehê 2 sal û 9 meh ceza daye û gotiye ku têkiliya kesê Îranî bi dezgeyên dewleta Îranê re heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin