Îranê bang li Balyozê Tehranê yê Îtalyayê kir

13 July 2023 20:18 0 dîtin
Îranê bang li Balyozê Tehranê yê Îtalyayê kir

PeyamaKurd – Îranê bi sedema ku Seroka Rêxistina Mucahîdên Gel Meryem Recewî bo Parlamentoya Îtalyayê hatiye vexwendin û beşdarî civînekê bûye, wekî bertek bang li balyozê Îtalya yê Tehranê kir.

Li gorî nûçeya televizyona dewletê ya Îranê, bi sedema ku Meryem Recewî li ser vexwendina parlamenterên îtalî beşdarî parlamentoya Îtalyayê bûye, Balyozê Tehranê yê Îtalya Giuseppe Perrone bo Wezareta Derve ya Îranê hat bang kirin.

Hate diyarkirin ku Îranê nerazîbûna xwe ji dîplomatê îtalî re nîşan daye û Meryem Recewî wekî ku terorîstek hatiye vexwendin pênase kiriye.

Rêxistina Mucahîdên Gel a Îranê li sala 1965an li dijî şahê Îranê yê wê demê hatiye damezradin û piştî şoreşa Îranê jî nakokî di navbera wan û rêveberiya Humeynî de çêbûye ku sala 1981ê jî wekî rêxistineke terorê hatiye binavkirin. Rêxistina Mucahîdên Gel ji ber hedefgirtina sivîlan ji aliyê Amerîka û Yekîtiya Ewropayê ve ketibû lîsteya terorê. Piştre jî di sala 2009an de YEyê û di sala 2012an de jî Amerîka û Kanadayê ew ji lîsteya terorê derxistibûn.