Tehranê gazî balyozên Brîtanya Frensa û Almanyayê kir
PeyamaKurd - Rejîma Îranê balyozên Brîtanya, Fransa û Almanyayê yên Tehranê ji ber helwesta welatê wan a li hember hêrişa Îranê ya li dijî Îsraîlê , gazî wan kir ku bêne Wezareta Derve ya Îranê.
Li gorî nûçeya AFP'ê ku ji zarê ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê ye, Wezareta Karên Derve ya Îranê "li ser helwestên neberpirsiyarî yên hin rayedarên van welatên navborî der heqê berteka Têhranê li hember kiryara Rejîma Siyonîst li dijî welatî û berjewendiyên Îranê" gazî her sê balyozan kir.
Îranê derengiya şeva borî (Şemiyê) bi balafireke bêmirov û mûşekî êrişî Îsraîlê kir. Ev êrîş weke bersiveke êrîşa Îsraîlê ya li ser konsulxaneya Îranê ya li paytexta Sûriyê di 1ê Nîsanê de hat, ku di encamê de 7 endamên Feyleqê Pasdarên Şoreşê (Pasdaran) hatin kuştin.
Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock îro di daxuyaniyekê de ragihand ku Îranê bi dana sed rokêt û firokeyên bê firokevan ber bi Îsraîlê ve “bi qestî Rojhilata Navîn aniye ber zinarekî”. Di daxuyaniya xwe ya kurt de li Berlînê, Baerbock tekez kir ku Tehran "hema hema tevahiya navçe xistiye nava kaosê" û bang li hemû aliyan kir ku "bi hişyarî" tevbigerin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin