Tirkiye | Balyozên 9 welatan bo wezareta derve hatin gazîkirin

02 February 2023 20:30 0 dîtin
Tirkiye | Balyozên 9 welatan bo wezareta derve hatin gazîkirin

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Tirkiyeyê, piştî girtina hejmarek konsûlxane û balyozxaneyên welatan ji ber îhtimala êrîşên terorê li Tirkiyeyê, bang li balyozên 9 welatan kir.

Di nav çend rojên dawî de, bi taybet piştî şewitandina Quranê li Stockholm û Kopenhagê ji aliyê rastgirê tundrew Rasmus Paludan ve, hejmarek welatan ji bo welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê hişyariyên êrîşên terorî dan û konsulxaneyên xwe bi awayekî demkî daxistin.

 Heta niha Almanya, Brîtanya, Holanda, Îtalya, Belçîka, Fransa û Swîsreyê konsûlxaneyên xwe yên li Stenbol û Enqereyê ji ber metirsiya êrîşên muhtemel daxistine.

Piştî daxuyaniyên îro 2yê Sibatê yên Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu ku girtina konsulxaneyan wekî şerekî psîkolojîk li dijî Tirkiyeyê nirxand, balyozên 9 welatan ku yên konsûlxaneyên xwe danexistine jî di nav bo wezareta derve hatin gazîkirin.